Yaşam

Banq

Merheba ji wer canik û camêrno. Weke hûn zanin em di meha rojiyê de ne. Ji ber ku mehekê dewam dike bi rastî jî meriv dibetile. Û tu di nava kar û bar de be jî zahmetir dibe. Kesên ku naxebitin heta nîvro di xew de ne. Bi vî hawî pişta birçîbûn û tîbûnê dişkînin. Tew hin jê berî ku mele bang bike bi pênc deqa ji xew radibin. Îja di ser de jî gava dibe qala rojiyê dibên; rojî xweş e lo. Tadê li meriv nake. Hey malmîrat tu heta evarî di xew de ye. Hela ji serê sibê heta evarê tî û birçî bimîne bê tê çawa wekî me binalî. Derew tune ez bixwe dinalim.

Ji serê sibê heta evarê ez li dibistanê me. De wer bi seata dersê bide. Her polek herî kêm bîst zarok e. Îja tu ji wan re dibê de hişun, rûnin, guhdar bikin û vir de û wê de. Wer qeb qeba me ye lo. Qirik li me zuha dibe. Ji tîna ziman li me re dikêşê. Îja bela tu li dibistanê di nava qelebalixê de yî tu wer nexweş jî dikevî. Tu hîn nû ji nexweşiya xwe xelas dibî te dît tu ji serî nû de bi bapêşê, zekemê, qorona û hwd. dikevî. Hema bêje serê mehê binê mehê em bi van nexweşiya dikevin lo.

Ez dîsa bo vê nexweşiyê çûme ba dixtor. Komek derman dane min. Roja înê bû. Min fitû ji xwer derxist û min go, bo ku ez ê dermana bixwim sibê ez ê fitar bim. Ketibû dawiya heftê û dibistan jî tune bû. Min berê xwe da gund. Gava bû sibe û ez ji xew rabûm min go, ez ê rajim çaya xwe, li hewşê li ser banê rûnim û xwe bidim ber tava biharê û çaya xwe qurt bikim. Plana min ev bû. Piştî ku min taştê xwar min rahişt çaya xwe û li ber tavê cîhê xwe xweş kir. Bi serê we yî delalî hîn min qurtek li çaya xwe xistibû apekî min go, selamunaleykum. Hîn ew rûneniştibû çend xaltiyê hevalên diya min jî hatin. Em bi hev du re li banê rûniştin. Îja banqek ji zûda ye li hewşa me ye. Kê anî çawa anî ez nizanim. Lê ji roja ewil de ji hev ketibû. Sisto pisto bû. Wexta ku tu li ser rûdinişt çep û rast kil dibû û te digo ihi ez ketim.

Min digo, de ez ê rokê bi cîwate û bizmaran wê bijdînim. Lê ji xemsarî bi salan wer ma. Îja çima bala apê min nekete vê banqê. Go, çima ti wê çênakî. Min go; di bala min de ye apo. Rokê ku ez vala bûm ez ê çêkim. Ê ka yê ku karibe bixwe. Apê min bê wê pîrbûna xwe rabû û li dora banqê çû û hat. Apê min ez mecbûr kirim ku ez rabim çêkim. Min wî rûniştirîn da û min alavê tamîrî anî û min bi dest tamîra banqê kir. Ji xaltiyên hatibûn yek ji wan ji apê min re go; te nehişt lawik çaya xwe vexwe. Apê min jî go; de va em giş bi rojî ne. Kes ji me çay venaxwe. Hisab bikî ew jî bi rojî ye.

Belê, bi seata ez bi banqê aliyam. Min ew radikir û datanî. Ji ber ku hesin bû pişta min kete ber min. Ji hêlkê jî ji nexweşiyê fişefişa pozê min bû. Helbet min li suhbetê dihat kirin jî guhdar dikir. Mijar rojî bû. Xaltiyekê go; îsal yên rojî digrin pirin. Kesên ku rojî nedigirtin jî îsal bi rojîne. Xaltiyekê go; keçê ji ber bihayê yî wî. Xelk û alem dibên em naxwin û venaxwin bo ku mesref çênebe. Gotina wê him qerf bû û him jî rastiya jiyana me bû.

Dawiya dawîn min tamîra banqê xelas kir. Û ewil jî ez li ser rûniştim. Bi qerf min ji apê xwe re go; temam e apo. Va min dilê te rehet kir ha. Apê min go: ji ber min te mecbur kir niha te di dilê xwe de bê ji min re çi digo. Ya balkêş ew bû ku bi çêkirina banqê ji min zêdetir apê min kêfxweş bibû. Bi gotina wî çêbibû. Serkeftin ya wî bû û bi vê yekê xwe qure dikir. Vê serkeftina xwe jî bi van gotina xemiland û go; ger min negota kê zanîbû bê we nê kengî çêbikira. Belkî we qet çênekira jî.

Bele, wext bibû berêvarî. Apê min li seata xwe nerî û go; ji fitara hindik ma ye. Ez rabûm. Çiqa me go fitara li ba me jî go na. Li çûnê ji min re go: îja her çaya xwe dagre û li ser banqê bi kêfxweşî qurt bike. Her çiqas tîna tava biharê nemabû û li min bibû jahr jî min weke wî kir û min li ser banqê têr çaya xwe vexwar.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

--
Başa dön tuşu